Li Dihokê 4 kesan ji ber lehiyê canê xwe jidest dan
Li gorî zanyariyên nûçegihana Kurdistan24ê li ser riya Dihok – Feydiye, çar kesan canê xwe jidest dane, ku xelkê komelgeha Kelekçî ne, herwiha ziyanyên madî li gellek malbatên wê deverê bûne.
Rêvebirê berevaniya sivîl li Dihokê Bêwar Ebdilezîz ji K24ê re ragihand, tîmên wan karîn 27 kesan ji lehyê rizgar bikin û got: Lehiyê ziyan li 50 xaniyan kiriye, ji wan 27 xanî bi temamî wêran bûne, herwiha 30 otombêl li ber heliyê çûne.
Ji aliyê xwe ve, parêzgarê Dihokê Ferhad Etrûşî got: Emê bizavan bikin cihên wan malbatên nêzîkî çemê Hişerû veguhêzin, daku metirsî li ser jiyana wan çênebe û emê wan kesên ziyan li wan bûne qerebû bikin
K24
