Nêzî 1 miliyon aware li Kurdistanê dene
tenê ji sedî 30 wan di nava kempan de dijîn.
Piraniya wan Îraqî ne.
Navenda qirîzan ya ser bi wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku niha bi giştî nêzî 1 miliyon aware li herêm Kurdistanê dene.
Li gor daxuyaniya navenda han piraniya wan awareyan Îraqî ne, herwiha awareyên Sûrî, Îranî, Tirkî û Felestînî jî li Kurdistanê dene.
Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku 664 hezar û 237 awareyên navxweyî li Kurdistanê de hene, herwiha 241 hezar û 937 awareyên Sûrî, 8 hezar û 979 awareyên Tirkî, 10 hezar û 548 awareyên Îranî, 736 penaberên Felestînî û 81 penaberên din hene.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku tenê ji sedî 30 ji wan aware û penaberan di nava kempan de dijîn.
