• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erdogan: Heya ku aramî û ewlehî li Efrînê venegere em dernakevin

Erdogan: Heya ku aramî û ewlehî li Efrînê venegere em dernakevin
Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di civînekê de ragihand, ku armanca welatê wî piştî Efrîn, kontrolkirina Til Rif’et û Minbic e.

Erdogan diyar kir, ku heya aramî û ewlehî li Efrînê venegere, artêşa Tirkiyê ji wî bajarî dernakeve û tekez kir, ku wan çavê xwe bernedaye axa Sûryê, lê ew dixwazin ku xelkê Sûryê bi aştî û aramî bijî.

Di 18 Adara derbasbûyî de, di çarçoveya operasyona (Şaxê Zeytûnê) artêşa Tirkiyê li gel hin ketîbeyên opozisyona Sûryê, bajarê Efrînê û gondewarên wê bi temamî dagîr kirin û heya niha jî hejmareke mezin ji xelkê wî bajarî, li malên xwe venegeriyane.

Waar.tv
Top