• Friday, 27 February 2026
logo

Şandeke Wezareta Derve ya Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Gulan Media September 8, 2021 Nûçe
Şandeke Wezareta Derve ya Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Şandeke Wezareta Derve ya Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û hejmarek jin û zarokên malbatên DAIŞî, ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Şandeke Wezareta Derve ya Swêdê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li bajarê Qamişlo, ligel Hevserokê Daîreya Pêwendiyên Derve Ebdulkerîm Omer civiya.

Şanda Swêdî ku bi serokatiya ji Saziya Karûbarên Konsulî û Yasaya Sivîl li Swêdê Frederic Florn bûye, mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ligel berpirsên Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin û hat gotin ku divê aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî, û beşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê were çareserkirin.

Di hevdîtinê de, serokê şanda Swêd anî ziman ku hikûmeta welatê wî pir rêzê li karê Rêveberiya Xweser û gelê wê digire.

Di hevdîtinê de, gef û êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, li ser navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Yek ji mijarên girîng di gotûbêjan de, mijara DAIŞ û terorê bû, herwiha rewşa Kampa Holê û malbat û zarokên DAIŞê.

Serokê Şanda Swêd Frederic Florn got: “Hêvî dikim hûn rê bidin mim ku ji ber hikûmeta Swêdê ve bibêjim em pir rêzê li karê Rêveberiya Xweser û gelê wê û qurbaniyên wê di vî şerê li dujî terorê de digirin. Em we wekî hevpar dibînin û em li kêlek hev in di vî şerî de. Ev nameyeke pir girîng e dixwazim bigihînim we. Em di rewşa dijwar ku hûn rûbirûyê wê dibin digihêjijn, û em pir kêfxweş in bi hevkariya ligel we.”

Di heman çarçoveyê de, şanda Swêdî hejmarek jin û zarokên malbatên DAIŞî, ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Li gorî amarên berdest, li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê 6000 zarok û 3000 jin ên DAIŞê hene, ji wan 600 zarok û 300 jin ji welatên Yekîtiya Ewropa ne. Sala 2020, 143 zarok û 7 jin ji bo welatên wan hatine radestkirin.

Heta niha, bêhtirî 10 welatan hejmarek ji jin û zarokên çekdarên DAIŞî ji Rêvewberiya xweser wergirtine, ji wan Rûsya, Fransa, Almanya, Belcîka, Elbanya, Swêd, Holanda, Finlanda, Ozbekistan, Filestîn, Mexrib û Sûdan.

 

Rudaw

Top