Sûriye – Li Babê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û komek jî birîndar bûn
Li bajarê Babê yê Sûriyê, ku di destê Tirkiyê de ye, baregehekî arteşa Tirkiyê hat topbarankirn û di encam de leşkerek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye ragihand ku li bajarê Babê bi roketan êrîşe baregehekî artêşa wan hatiye kirin û di encamê de efserekî wan bi navê Muammer Yigit canê xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.
Leşkerên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê ya li Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin û termê leşkerê canê xwe ji dest daye bo Saziya Pizîşkî ya Dadî ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hatiye şandin.
Termê leşkerê Tirk ê ku hatiye kuştin bi firokeyê şandin bajarê Tokatê.
Basnews
