Karvedanên civînên serokên istixbarata Sûriyê berdewam in
Piştî ku Çavkaniyên nêzîkî ewlehiya Iraqê, îdia kirin ku Serokê MÎTê Hakan Fidan û Serokê Ewlehiya Neteweyî yê Sûriyê Elî Memlûk dê li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinekê bikin, bû sedema hinek karvedanan.
Serokê Îstixbarata Artêşa Tirkiyê yê berê General Îsmaîl Hakkî Pekin di derbarê hevdîtina serokê niha îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan û Serokê Dezgeha Îstixbarata Suriyê Elî Memlûk ku tê gotin dê li Bexdayê were kirin dibêje; “Hevdîtina li Bexdayê dikare bibe destpêka pêvajoyeke nû.” Şarzayên peywendiyên her dua liyan jî dibêjin Tirkiye û Suriye dikarin li ser dijayetiya YPG û PKKê nêzîkî hev bibin.
Çavkaniyên nêzîkî ewlehiya Iraqê, îdia kirin ku Serokê Dezgeha Îstixbarta Tirkiyê Hakan Fidan û Serokê Ewlehiya Neteweyî yê Sûriyê Elî Memlûk dê li paytexta Iraqê Bexdayê hevdîtinekê bikin. Îdiaya hevdîtîna her du aliyan di demekê de ye ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku helwesta Enqerê û Şamê li ser mijara YPG û PYD hevpar e.
Pisporê Karên Rojhilata Navîn li Navenda ORSAMê Oytun Orhan dibêje: “Li Tirkiyê bi taybetî oposizyon dixwaze ku hikumet êdî peywendiyên xwe bi oposizyona Suriyê re qut bike û ji bo tekoşîneke hevbeş a li dijî YPG bi rejîmê re bide û bistîne. Ji bo danustandinên ligel Şamê guvaş li hikumetê tên kirin. Ev daxwaza berê jî hebû û heta niha ji bo nêzîkbûna herdu aliyan hin xebat jî hatine kirin.”
Hikumeta Tirkiyê demek e ku peywendiyên xwe bi çend welatên ku pêştir kêşe pê re hebûn baş dike û di mijara Suriyê de jî gelek caran behsa ji nûve destpêkirina peywendiyên diplomatîk tê kirin.
Ji bilî beşeke zêde ya oposizyonê yek ji wan partiyên ku berdewam daxwazê ji hikumetê dike careke din bi hikumeta Suriyê re hevdîtinan bike Partiya Vatan e ku serokatiya wê jî Dogu Perînçek dike.
Sekreterê Giştî yê Partiya Vatanê Ozgur Bursalî dibêje: “Me weke Partiya Vatan li ser mijara Suriyê di hemû astan de berdewam kar kiriye. Serokê me yê giştî birêz Dogu Perînçek li Şamê ligel Serokê Suriyê Beşar Esad civiya. Ev civin gellek giring bû. heman demê peywendiyên me bi partiya Beas re gellek baş in. Her dema ji bo başkirina peywendiyan daxwaza alikariyê ji me bê kirin em amade ne.”
Dema hevdîtina serokên îstixbaratên Tirkiye û Suriyê ya li Bexdayê heta niha aşkere nebûye. Beriya niha jî berpirsên îstixbarên her du welatan li navenda Serbazî ya Humeymîm û her wiha bi navbeynkariya Rusyayê li Moskowê jî hevdîtin kiribûn.
Rudaw
