• Friday, 27 February 2026
logo

Şêwirmendên hevpeymanî û pêşmerge civiyan

Gulan Media September 8, 2021 Nûçe
Şêwirmendên hevpeymanî û pêşmerge civiyan

behsa rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin.
Behsa karên hevbeş kirin.

Îro li wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê şandên şêwirmendên hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî dijî DIŞIê civiyan.

Di civînê de her du şandên şêwirmendî, behsa hevkarî û karên hebveş yên di navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî de kirin û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan bo rûbirû bûna DIŞIê kirin.

Her di heman civînê de şanda şêwirmendî ya hevpeymanan tekez li ser vê yekê kir ku bo aram kirina rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ku di nava wan de valatiya ewlekarî heye û bûye sedem ku terorîstên DIŞIê liv û tevgerên xwe zêdetir bikin, lazime hêzên pêşmerge, artêşa Îraqê û hevpeymaniya cîhanî, hemahengî û hevbeşiya xwe zêdetir bikin.

Top