• Monday, 02 February 2026
logo

Lîstikvana fîlma Kurdî bû rojeva Twitterê

Lîstikvana fîlma Kurdî bû rojeva Twitterê
Lîstikvana tirk Vildan Atasever ji bo rola xwe ya di fîlma Kurdî ya bi navê “Bîranîna Mihîna Kumêt”de li ser medyaya civakî bû mijara sereke.

Di serî de ji aliyên bikarhênerên Twitterê ve hat meraqkirin ku çima aktirîsta tirk Vildan Atasever di Twitterê de bûye TT (mijara trend).

Piştre hat zanîn ku Atasever bi saya dîmenên fragmana fîlma kurdî “Bîranîna Mihîna Kumêt” li ser medya civakî bûye rojeva Tirkiyê.

Derhênerê fîlma Bîranîna Mihîna Kumêt, Shahram Alidî ye û bixwe ji Rojahilatê Kurdistanê ye.

Vildan Atasever beriya niha jî di fîlmeke Tirkî û Kurdî de rola keçeke kurd lîstibû.

Rudaw
Top