• Friday, 27 February 2026
logo

Talîban ji Angela Merkel daxwaz dike serdana Efxanistanê bike

Gulan Media September 7, 2021 Nûçe
Talîban ji Angela Merkel daxwaz dike serdana Efxanistanê bike

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid ji Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel daxwaz dike ku serdana Efxanistanê bike û ji Merkel re dibêje: “Di nav welatê me de pêgeheke te ya taybet heye.”

Zebîhullah Mucahid ji rojnameya Bild a Almanî re axiviye û diyar kiriye: “Em dixwazin welatekî me yê bi asayîş û bi îstiqrar hebe û ji aliyê civaka navdewletî ve were pesendkirin û baweriya serkirdeyên welatan pê hebe û serdana wê bikin, bêguman Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel li Efxanistanê pêgeheke wê ya taybet heye.”

Mucahid destnîşan kiriye ku hebûna pêwendiyeke bihêz ligel Almanyayê di berjewendiya Efxanistanê de ye û ew dixwazin pêwendiyên gelek baş ên Almanya û Îmarata Îslamî ya Efxanistanê hebin.

Berdevkê Talîbanê ji Almanyayê daxwaz kiriye ku di sektorên tendirustş, perwerde, avakirina jêrxana aborî ya Efxanistanê de alîkariya wan bikin û alîkariyên mirovî ji bo Efxanistanê zêdetir bikin.

 

K24

Top