"Bila Kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze"
Berpirsê Ragihandina Koşka Spî yê berê Antony Scaramucci di hevpeyvîneke li gel K24ê li ser pêwndiyên Kuran û Amerîkayê de got ku divê Kurd hêviya xwe ji Amerîkayê nebirin û diyar kir ku Kurdan tim piştgirî dane Amerîkayê.
Antony Scaramucci di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê Amerîka mafên Kurdan misoger bike û wiha pê de çû: “Zanyariyên girîng li ber destê min hene ku Kurdan berê piştgiriya Amerîkayê kiriye. Lewra jî divê Kurd bizanin ku Amerîka dengê wan dibihîze.”
Herwiha Scaramucci diyar kir ku di demeke ku xwediyê piştgiriyeke xurt a Amerîkayê ne divê Kurd ji daxwazên xwe venegerin.
Basnews
