• Friday, 27 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê du gundên li sînorê Zaxoyê topbaran kirin

Gulan Media September 6, 2021 Nûçe
Artêşa Tirkiyê du gundên li sînorê Zaxoyê topbaran kirin

Topxaneyên Artêşa Tirkiyê du gundên li sînorê nahiya Batîfa ya ser bi navçeya Zaxo bi tundî topbaran kirin û di encama topbaranê de zirareke mezin a madî li ber şêniyên wan her du gundan ket û xeta elektrîka her du gundan jî têk çûn.

Nûçegihanê K24ê Îslam Yûsif ragihand; ji ber hebûna PKKê li deverê, îro danê nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê her du gundên Bankê Jor û Bankê Jêr bi tundî topbaran kirin, di encamê de zirareke mezin gihişt xanî, rez, bax, otomobîl û bostanên welatiyan.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran tenê 50 metre li xaniyên welatiyan dûr bû û ji ber topbaranê tirs li nav şêniyên wan her du gundan û gundên derdorê belav bûye.

Herwiha eşkere kir; ji ber topbaranê stûnên elektrîka her du gunadan têk çûn û elektrîk li ser wan gundan qut bûye û zirar gihiştiye cadeyan jî.

Hêjayî gotinê ye; devera ku îro hat topbarankirin, heman ew dever e ku beriya rojekê ji ber teqîna bombeyeke vedayî ya PKKê li ser rêyekê bi otomobîleke geştyaran de, du geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û otomobîl jî têk çû.

Her du gundên ku hatin topbarankirin, dikevin sînorê nahiya Batîfa û tenê 25 kîlometre ji navenda navçeya Zaxoyê dûr in.

 

K24

Top