• Friday, 27 February 2026
logo

Hûrgiliyên rêkeftina Iraq û Tirkiyê li ser çekan

Gulan Media September 6, 2021 Nûçe
Hûrgiliyên rêkeftina Iraq û Tirkiyê li ser çekan

 Piştî seredana Wezîrê Berevaniya Iraqê Cuma Înad Sadun bo Stenbolê ku beşdarî pêşengeheke nêwdewletî ya pîşasaziya serbazî bibû, Iraqê biryar da ku çend coreyên çekên nû yên pêşkevtî ji Tirkiyê bikire. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku ew bûne xwedî beşek çekên pêşkevtî û ew dikarin wan çekan bifiroşin.

Hulusî Akar, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê, dibêje, “Em weke Tirkiye êdî çekên xwe çêdikin. Me heta niha firokeyên ÎHA û SÎHA  çêkirine me helîkopter û gelek kelûpelên din jî çêkirine û em wan pêş  dixin û heman demê  difiroşin derve jî.”

Li gorî agahiyan di encama danustandinan de Iraq û Tirkiyê li ser wê yekê rêkevtine ne ku Tirkiye di gel firokeyên bêfirokeyan yên TB12 Bayraktar, 12 helîkopterên corê 129 ATAK û 6 sîstemên Koral yên elektronîk ku weke sîstema Mobîl ya şer tê naskirin bifiroşe Iraqê .

Mîthat Işik, Efserê Xanenişîn, dibêje, “Biryareke baş e. Tirkiye dikare çekan bide Iraqê, Tirkiye dikare di derbarê wan çekan de perwerdeya teknolojîk jî bide artêşa Iraqê, em artêşek bihêz ji bo Iraqê dixwazin. Ji ber ku eger li Iraqê aramî hebe ew dê feydê bide me jî.”

Generalekî xanenîşin ji artêşa Tirkiyê ku heman demê serokê navendeke lêkolînên stratejîk e jî, behsa wê yêke dike ku Tirkiye dê çekan li gorî bihayê erzantir bide Iraqê û heman demê dê Tirkiye di aliyê perwerdeya teknoloojiya nû ya şer de jî perwerdê bide artêşa Iraqê.

Guray  Alpar, Efserê Xanenişîn, Şarezayê Karên Serbazî li Navenda SDE, dibêje, “Biryar di dema beşdariya wezîrê Berevaniyê di pêşengeha IDEF21 li Stenbolê hate dan. Ez jî di wê pêşengehê de amade bûm. Ji bo Iraqê derfetek gelek baş e. Tirkiye dê bi bihayekî baş çekan bide Iraqê, heman demê em dê kelûpelên din yên pêwîst jî bidin artêşa Iraqê, em tenê çekan nafiroşin em dê heman demê alikariya teknikî jî bidin Iraqê.”

Aliyê Iraqê derbarê kirina de çekan ji Tirkiyê, jibilî daxuyaniyeke wezîrê berevaniyê ku dibêje wan û Tirkiyê li ser kirina firokeyên bêfirokevan lihev kirine çi daxuyanî nehatine belavkirin.

Mijara kirîna çekan ji aliyê Iraqê ve di demekê de ye ku Iraq di serî de ferzkirina leşkeriya neçarî, hinek guhertinên bingehîn di nava artêşê de dike.

 

Rudaw

Top