• Friday, 27 February 2026
logo

MSD: Tirsa me ji vekêşîna Amerîkayê heye û em dê berê xwe bidin Şamê

Gulan Media September 6, 2021 Nûçe
MSD: Tirsa me ji vekêşîna Amerîkayê heye û em dê berê xwe bidin Şamê

Hevserokê Meclîsa Sûriye ya Demokratîk (MSD)ê ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ye radigehîne ku tirs heye ku hêzên Amerîkayê xwe vekêşînin û ji ber wê jî dê berê xwe bidin rêveberiya rejîma Şamê.

Hevserokê MSDê Riyaz Derar ji ajansa Tesnîm a Îranê re ragehand: Aliyên siyasî û leşkerî yên Rojavayê Kurdistanê de tirsekî rasteqîn heye ji ber vekêşîna hêzên Amerîkayê ya li navçeyê.

Riyaz Derar dibêje vekêşîna Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dê encamên karesatî li dû xwe bîne û got: ‘’Em ji niyetên Amerîkayê tênagehin, lê rojek ji rojan dê xwe vekêşîne.’’

Hevserokê MSDê amaje bi wê yekê jî kir ku HSD û MSD hêvî dikin li gel rejîma Sûriyê bigehin rêkeftinekî bi sûd û cîdî.

Riyaz Derar diyar dike ku ji bo guftûgo kirin û rêkeftina li gel rejîma Sûriyê, HSD û MSD ti mercekî wan tine ye.

Derar amaje bi wê yekê dikin ku ew li benda bersiva rejîma Sûriyê ne ji bo guftûgo û rêkeftinê û diyar kir: ‘’Em dixwazin bi rêya guftûgoya Sûrî – Sûrî ve çareseriyekî siyasî ji bo pirsgirêkên Sûriyê bidest bixin.’’

 

Basnews

Top