Şîrwan Heyderî: Emê berevaniyê li mûçe, budce û Pêşmerge bikin!
Namzede PDKê yê di rêza 9ê yê helbijartinên encûmena nûnerên Iraqê û namzedê Hewlêrê Şîrwan Nasih Heyderî ji BasNewsê re ragehand û daxwaz ji hemwelatiyên herêma Kurdistanê kir, bê cudayî biçin ser sîndoqên dengdanê û deng bidin lîsteya 184 a PDKê.
Herwaha diyar kir, PDK nûnerê rastî yê pirsa kurd e û berdewam bi dengeke bihêz ve li Bexda kar bo parastina mafên destûrî yên hemwelatiyên herêma Kurdistanê kar dike. Herwaha soza vê yekê jî da ku li Bexdayê dê berevaniyê li mûçe, budce û Pêşmerge bikin û dê bibin parazvanê mafên kesûkarê şehîd û enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî.
Namzede PDKê dibêje, PDKê berê jî, ji naha û pê de jî dê bibe parazvanên mezin ê mafên wan pêkhateyên netewî û olî yên li herêma Kurdistanê jiyan dikin û got: ‘’Emê bibin parazvanê mafên tirkmen, aşûr, siryanî, keldan, êzdî, kakeyî û feyliyan jî.’’
Herwaha diyar kir, karê nûnerên kurd li Bexda giran dibe, ji ber ‘’Vê dawiyê herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkên mezin hatiye, bi planên dijminên Kurdistanê ve nîvê axa Kurdistanê hate firotin. Ji ber wê çûna nûnerên niştiman perwer û netewî, hêzeke parazvanê mafên netewî dê bibe berevanê mafên netewa me.’’
Basnews
