Pîranşar- Kolberekî kurd hat kuştin
Li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê di encama teqeya yekser a hêzên emnî yên Îranê kolberek hat kuştin.
Malpera Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê di raportekê de aşkere kiriye êvara roja yekşemê 05.09.2021ê hêzên pasdarên Îranê li sînorê Hacî Umran li herêma Şînkê ya ser bi Pîranşarê teqe li karwanekî kolbera kiriye û di encamê jî kolberek hatiye kuştin.
Herwuha ligor wê raportê navê wî kolberî Mihemd Xalid Ebdullazade ye û temenê wî 41 sal e.
Ligor zanyariyan Mihemed Xalîd Ebdullazade bavê 2 zarokan e û heta niha termê wî jî radestî malbata wî nehatiye kirin.
Basnews
