Li dibistanan perwerdeya rûbirû dest pê dike
Piştî demeke dirêj a perwerdeya online, sibe roja Duşemê 6ê Îlona 2021ê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya perwerdeya rûbirû destpê dike.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê demeke dirêj e ji ber belavbûna virûsa Coronayê proseya xwendinê bi aweyê online bû. Lê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê berê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku 6ê Îlonê, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwendina rûbirû destpê dike.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 18 milyon xwendekar û zêdeyî 1 milyon mamoste sibe wek serdema berî Coronayê dest bi perwerdeya rûbirû dikin. Li gor Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di çarçoveya tedbîrên Coronayê de bo 58 hezar dibistanan maske,dezenfektan û kelûpelên paqijiyê hatine şandin û 113 hezar karmendên paqijiyê jî li wan dibistanan hatine erkdar kirin.
Wezareta Perwerdê ji bo xwendina rûbirû ji ber belavbûna Coronayê hinek tedbîr wergirtine. Li gor wan tedbîran:
- Divê mamoste û karmendên dibistanan ên derziya Coronayê li xwe nedane, hefteyê du caran testa PCR a Coronayê bikin.
- Maskeyên pêdivî dê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ve bên dabîn kirin.
- Dema dersan nayê kêm kirin.
- Dema dersan dê wek serdema berî Coronayê be û her dersek ji 40 deqeyan nabihure.
- Di serdema Coronayê de baxçeyên dibistanan jî di nav de, heta bê kirin, nabe malbatên xwendekaran serdana dibistanan bikin.
- Di demên neçar de divê malbatên xwendekaran serdana xwe li baxçeyê dibistanê yan jî li cihekî dûrî dibistanê bi maskeyan bikin.
Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihandiye ku bi destpêkrina proseya xwendina rûbirû 1054 zêrevanên dibistanan, 22 hezar û 772 berpirsên koardînasyona perwerdeya bi ewle û 19 hezar 569 hêzên ewlekariyê jî bo ewlehiya wan dibistanan dest bi kar dikin.
Ev biryara Wezareta Perwerdê ya Tikiyê di demekê de ye ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di 24 demjimêrên dawî de 278 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane û 20 hezar û 33 pêketiyên nû yên wê virûsê hatine tomar kirin. Hevdem li nexweşxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî rêjeya cihê nexweşan ji sedî 55,8 tije bûne û ji destpêka Coronayê heta niha 52 hezar û 860 kesan bi wê virûsê canê xwe ji dest dane.
