Serokên îstixbarata Tirkiyê û rejîma Sûriyê li Bexda dicivin
Serokê saziya îstixbarat Tirkiyê (MÎT) û serokê îstixbarata asayîşa niştimaniya rejîma Sûriyê li Bexda ya paytexta Iraqê dicivin.
Li gor nûçeya çapemeniya Tirkiyê serokê MÎTê Hakan Fîdan û serokê saziya asayîşa niştimaniya rejîma Sûriyê Elî Memluk dê demekî nêzîk de li Bexdayê kom bibin.
Serokê îstixbarata leşkerî yê berê yê Tirkiyê Îsmaîl Heqî ragehandiye ku: civîn destpêkekî proseyekî nû ye di navbera Tirkiyê û rejîma Sûriyê de.
Çepemeniya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê behsa wê yekê dike ku têkçûna peyvendiyên Enqere û Şamê ziyaneke mezin ê madî û manewî gehandiye Tirkiyê û Sûriyê.
Piştî derketina şerê navxwe li Sûriyê di Adar a sala 2011ê de peyvendiyên Tirkiyê û rejîma Sûriyê têkçûn, ji ber ku Tirkiyê piştevaniya xwe bo beşek ji grubên çekdar ên dijî rejîma Sûriyê ragehand.
Îsmaîl Heqî diyar kir, berpirsên îstixbarata Tirkiyê û rejîma Sûriyê di 4 salên borî de gelek caran bi alîkariya Îran û Rûsyayê, li Îran û navçeyên sînorî yên navbera Tirkiyê û Sûriyê de civiyan, lê encamên giring ên wan civînan derneketin.
Herwaha got: Hakan Fîdan û Elî Memluk dê guftûgoyê derbarê 2 mijarên serekî de bikin ku ew jî waha ne:
- Çalakiyên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
- Rewşa koçberên Sûrî yên li navçeyên sînorê Tirkiyê.
Basnews
