• Friday, 27 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê û waliyê Mûsilê behsa çend mijaran kirin

Gulan Media September 5, 2021 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê û waliyê Mûsilê behsa çend mijaran kirin

tekez li ser cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê kirin.
Duh li Hewlêrê civiyan.

Duh li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya waliyê Mûsilê Nicim Cibûrî kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û waliyê Mûsilê Nicim Cibûrî behsa rewşa siyasî, ewlekarî yaparêzgeha Nînovayê, xizmetgozariyên li vê parêzgehê û amadekariyên heyî yên bo hilbijartinên parlementoya Îraqê nirxandin.

Her di heman civînê de giftûgo li ser têkiliyên navbera Kurdistan û parêzgeha Nînovayê û rewşa Şingalê jî hate kirin û her du alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên Şingalê di çarçoveya rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe bo pêngavên waliyê Mûsilê yên bo dabîn kirina aramî, ewlekarî û pêşkêş kirina xizmetgozariyan diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan dixwaze aware li ser daxwaza xwe vegerin cîhên xwe.

Gef û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê yên li deverê mijareke din yên vê civîna han bûn.

 

 

Top