• Friday, 27 February 2026
logo

Urdin dixwaze peyvendiyên aborî û hilberînê li gel Kurdistanê pêşbixe

Gulan Media September 5, 2021 Nûçe
Urdin dixwaze peyvendiyên aborî û hilberînê li gel Kurdistanê pêşbixe

Serokê lijneya peyvendiyên derve û rewenda kurdî li Parlamentoya Kurdistanê, hûrgiliyên serdana serokê Parlamentoya Urdinê ya ji bo Kurdistanê aşkera dike û amaje bi wê yekê dike ku biryare hevdîtin li gel serok Barzanî jî pêkbê.

Serokê lijneya peyvendiyên derve û rewenda kurdî li Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî îro 05.09.2021ê derbarê serdana serokê Parlamentoya Urdinê ya ji bo Kurdistanê de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji aliyê siyasî ve Urdin têgeheştinek baş bo pêgeha siyasî û dîplomatîk a Kurdistanê heye, ji zêdetir wan welatên erebî têgeheştinekî baş heye, ku rijde li ser mafên destûrî yên herêma Kurdistanê.’’

Herwaha ameje bi wê yekê jî kir: ‘’Urdin çavê wê li wê yekê ye ku zêdetir şîrketan bişîne derve, bi taybet herêma Kurdistanê, ku karên bazirganî û hilberînê bikin. Ev serdane jî danîna xîmê peyvendiyan bihêz kirine di navbera Kurdistan û Urdinê de û dibe ku di navbera herdu aliyan de protokolek jî bê îmza kirin.’’

Hewaha got: ‘’Îro ew şande dê serdana serok Barzanî jî bikin û bi taybet dostanî û peyvendiyên kevin ên herdu aliyan jî bên behs kirin.’’

Babkeyî got: Serok Barzanî xîmê peyvendiyên bihêz û qahîm di navbera Kurdistanê û Urdinê de ava kiriye. Berê jî Barzaniyê nemir û Şahê Urdinê ew xîmê peyvendiyan danîbûn. Urdin di şerê dijî DAIŞê de jî alîkar û piştevanê baş ê herêma Kurdistanê bû.

 

Basnews

Top