• Friday, 27 February 2026
logo

Li Duhokê 2 kes di avê de xeniqîn

Gulan Media September 4, 2021 Nûçe
Li Duhokê 2 kes di avê de xeniqîn

Berdevkê rêveberiya berevaniya bajarê Duhokê diyar kîr li sînorê parêzgeha Duhokê 2 kes di bûyerekî xeniqîna nav avê de jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê rêveberiya berevaniya bajarê Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji BasNewsê re ragehand duh 03.09.2021ê du bûyerên ji hev cuda li Duhokê pêkhatin û 2 kes di avê de xeniqîn. Bûyerek li wargeha Xankê ya ser Mûsilê pêkhat û qayîxek noqî avê bûye û kesek di wê bûyerê de xeniqiye û 3 kes jî hatine rizgar kirin. herwaha li qeza Akrê jî kesek di avê de xeniqiye û terme wî ji aliyê hemwelatiyan ve ji avê hatiye derxistin.

Berdevkê rêveberiya berevaniya bajarê Duhokê got: ‘’Îsal ji destpêka salê ango 01.01.2021ê heta naha li parêzgeha Duhokê 17 kes di avê de xeniqî ne û îsal gelek bûyerên xeniqînê çêbûn û gelek kes ji xeniqînê jî hatine rizgar kirin.’’

 

Basnews

Top