• Friday, 27 February 2026
logo

Iraqê matemîniya giştî ragihand

Gulan Media September 4, 2021 Nûçe
Iraqê matemîniya giştî ragihand

Ji ber koça dawî ya yek ji merciyên Şîe, Mihemed Seîd Hekîm, hikûmeta Iraqê matemîniya giştî ragihand û li Kerbela û Necefê merasîmên taybet ji bo oxirkirina wî birêve diçin.

Yek ji merciyên şîeyên Iraqê, Mihemed Seîd Hekîm duh 3yê Îlona 2021ê, ji ber celteya dil, di temenê xwe yê 85 salî de koça dawî kir. Biryar e îro li Kerbela û sibe li Necefê, merasîma oxirkirinê were lidarxistin.

Herwiha Encûmena Wezîran a Iraqê jî biryar daye ku îro bike matemîniya giştî li Iraqê, lê li Necefê dê sê roj be.

Mihemed Seîd Hekîm xwedî pileya herî mezin a mezhebê Şîe bû, ku Ayetullahê Uzma bû.

 

،24

Top