• Friday, 27 February 2026
logo

NY daxwaza hilweşandina darvekirina siyasiyê Kurd dike

Gulan Media September 4, 2021 Nûçe
NY daxwaza hilweşandina darvekirina siyasiyê Kurd dike

Raportor û karnasên blind yên Neteweyên Yekbûyî ji Îranê daxwazê dikin, ku cezaya bidarvekirna girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî hilweşîne. Li gorî raportê tevî ku dadgehê qebûl kir ku Qurbani qet çekdar nebûye, ji ber serhildana çekdarî ya li dijî dewletê hate mehkûm kirin û di Çileya 2020an de ji hêla dadgehê ve bi îdamê hat mehkûmkirin.

Raportor û Karnasên blind yên Neteweyên Yekbûyî di  di daxuyanîyeke hevbeş de dibêjn, metirsiya bidarivkirnê li ser girtiyê siyasî yê Kurd Heyder Qurbanî heye ku sala 2016ê bi tometa beşdarbûn di kuştina 3 endamên hêzên besîc de hatiye girtin.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, di dadgekirina Heyder Qurbanî de, pîverên dadgeheke dadperwerane li berçavan nehatiye girtin. Daxwazê dikin Îran bilez wê cezayê ragre û li gorî peymannameyên navdewletî careke din bê dadgehkrin.

Raportor û Karnasên Bilind yên Neteweyên Yekbûyî dibêjn, ew dilgranî vê yekê ne ku di bin îşkenceyê de danpêdana Heyder Qurbanî hatibe wergirtin.

Raportor amaje kirine ku dadgeha Sinê, bi tometa êrîşa çekdarî li dijî desthilatê cezaya bidarvekrinê bi ser wî girtîy de sepandye, di demekê de Heyder Qurbanî endamê tu grûpeke siyasî nîne û tu caran jî çekdar nebûye.

Tevî ku dadgehê qebûl kir ku Qurbani qet çekdar nebûye, ji ber serhildana çekdarî ya li dijî dewletê hate mehkûm kirin û di Çileya 2020an de ji hêla dadgehê ve bi îdamê hat mehkûmkirin.

Hefteyên borî Dadgeha Bilind a Sinê, daxwaza parêzerên girtiyê siyasî yê kurd Haydar Qurbanî ku ji bo "ji nû ve lêkolînkirina dosyayê" kiribûn, red kir.

Parêzerê Qurbanî, Mihemed Salih, Nikbext ji Rûdawê re axivî û got wan heta niha ji bo muwekîlê xwe ji bo ku dosye ji nû ve bê lêkolînkirin, du caran serî li Dadgeha Bilind a Dadê ya Îranê, lê herdû caran jî daxwaziya wan hatiye redkirin.

Nikbext diyar kir ku Haydar Qurbanî di Îlona 2016an de ji aliyê hêzên Îranê ve hat desteserkirin û cezayê darvekirinê lê hat birîn û ji bo cezayê darvekirinê bê înfaznkirin, biryar ji bo Kamyaranê hatiye şandin. Herwiha Nikbex da zanîn ku Qurbanî ne endamê ti rêxistinekî ye û kesî ne kuştiye, û bêyî ti delîlî  ev biryar hatiye dayîn.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) jî di derbarê rûbirûbûna darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Qurbanî de  daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Amenstiyê de hat diyarkirin ku Haydar Qurbaniyê 47 salî ne endamê ti rêxistineke bi çekî ye û tevî ku ev yek ji aliyê dadgehê ve jî hatiye piştraskirin, ji ber şoreşa çekdarî ya li dijî hikûmetê biryara darvekirinê hatiye dayîn.

Dadgeha Cezayê ya Îranê şaxa sinê di Cotmeha 2019an de 90 sal ceza li Haydar Qurbanî birî bû lê paşê di Şubata 2020an de vegerandibû cezayê darvekirinê.

 

Rudaw

Top