• Friday, 27 February 2026
logo

Li Şirnexê wesayeta leşkerî li zarokekê da

Gulan Media September 4, 2021 Nûçe
Li Şirnexê wesayeta leşkerî li zarokekê da

Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê  ve wesayeteke zirxî ya leşkerî li zarokekê da û di encam de wî zarokî canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyan îro 3ê Îlona 2021ê  di demjimêrên êvarî de, wesayetekî zirxî ya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, li taxa Turgutozal a ser bi navçeya Hezêxê ya  Şirnexê ve, li zarokê bi navê Mihraç Miroglu yê temen 7 salî da.

Piştî bûyerê kesûkarên wî Mihraç Miroglu bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê veguhastin, lê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û Miroglu li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan dema ew zarok li ser bîsîkletê xwe wesayîta zirxî li wî da û herwiha piştî bûyerê beşeke zêde ya xelkê û kesûkarên wî zarokî, ligel rêxistina partiya HDPê ya wê navçeyê  ber bi nexweşxaneyê ve çûne.

Li aliyê din Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twiterê daxuyaniyek belav kir û ew bûyer weke “qetlîam” bi nav kir.

HDP di daxuyaniya xwe de dibêje, “Îro li navçeya Hezexê zarokê 7 salî yê bi navê Mihraç Miroglu, ku weseyata zirxî li wî dabû, hate qetilkirin. Ew bûyerên trafîkê yên ku bi wesayetên leşkerî, li bajarên Kurdan pêk tên û di encam de dibin sedema mirinan, ne bûyerên trafîkê ne, komkujî ne. Ev bû komkujiya çendan ya zarok, jin û kalan? Êdî bes e!”

 

Rudaw

Top