Li Rojhilatê Kurdistanê 28 welatî bûne qurbanî
16 welatî canê xwe ji dest dane.
Bûyereke tirafîkê qewmiye.
Li gor zaniyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê îro pêncşem, li ser rêya navbera Merîwan û Sineyê li Rojhilatê Kurdistanê bûyereke tirafîkê çê bûye.
Di encama bûyerea han de yaku jiber qolpîna pasekê de qewmiye, herî kêm 16 welatî canê xwe ji dest dane û 12 welatiyên din jî birîndar bûne.
Tevahiya qurbaniyan xelkê gundê Pîrsefa ya ser bi Merîwanê ne û xwestine biçin tewafa Weyis Qerenî li devera Riwanser ya li parêzgeha Kirmaşanê.
Rudaw
