Silêmanî- 4 bira ji ber rûdaneke trafîkê mirin
Ji ber rûdaneke hatûçûnê li ser rêya Silêmanî û Dukanê 4 bira mirin û 2 kes birîndar bûn.
Berpirsê Fermangeha Hatûçûnê yê Pîremegrûn Qadir Feqê Resul, ji BasNewsê re axivî û ragihand:’’ Îro piştî nîvro malbetek ku geştiyarên ereb in û şêniyên xelkê Kerkûkê ne bi armanca geştê serda Dokanê dikirin û li ser rêya Pîremegrûn û nêzîkî keleha Sûsê li ser rêya Dukanê otomobîla malbatê wergeriya ye û ji ber wê 4 kurê malbatê koça dawî kirine û bavê wan û dayika wan zarokan jî bi giranî birîndar bûne.
Ligor şahidên bûyerê, 2 kurên malbatê di cî de koça dawî kirine û 2 kurên din jî ji bo nexweşxaneya Pîremegrûn hatine şandin û li nava Pîremegrûn koça dawî kirine.
Herwiha Qadir Feqe Resûl amaje bi wê yekê jî kir ku rûdan ji ber çûna bilez a şofêrê otomobîlê bûye û şofêrê wê nikarîbûye otomobîlê kontrol bike û ji ber wê koça dawî kiriye.
Basnews
