• Friday, 27 February 2026
logo

Enflasyon di salekê de %19.25 bilind bûye

Gulan Media September 3, 2021 Nûçe
Enflasyon di salekê de %19.25 bilind bûye

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê enflasyon di meha Tebaxê de ji %1.12 bilind bû û di nav salekê de ji %19.25 bûye.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUÎK), enflasyona meha Tebaxê û ya salane eşkere kir.

Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Tebaxê de %1.12 û di nav salekê de jî %19.25 zêde bûye.

Di nav wan herêmên ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser 26 herêman de hatine dabeşkirin, di kategoriya mehane de enflasyon herî zêde bi rêjeya %1.55 li bajarên Bakurê Kurdistanê, Dîlok, Semsûr û Kîlîsê bilind bûye.

Herwiha di kategoriya salane de jî bi rêjeya %23.05 li bajarên Bakurê Kurdistanê Meletî, Xarpêt, Çewlig û Dersîmê bilind bûye.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê herî zêde bihayên xorak û vexwarinên bêalkol zêde bûne. Enflasyon herî zêde di nav kelûpelên xorak û vexwarinên bêalkol bi rêjeya %3.18 û li restorant û otêlan bi rêjeya %2.27 pêk hatiye.

 

Rudaw

Top