• Friday, 27 February 2026
logo

Firokeyên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Gulan Media September 3, 2021 Nûçe
Firokeyên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir

Firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir.

Nûçegihanê K24ê yê li Mexmûrê ragihand; firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kir. Herwiha eşkere kir ku di encama bombebaranê de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Duh jî firokeyeke Tirkiyê li navçeya Şingalê binkeyeke PKKê bombebaran kiribû.

Hêjayî gotinê ye ku zêdetirî salek e şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam in û ji ber hebûna PKKê li deverên Şingal, Qendîl û Mexmûrê, heta niha çendîn car ew dever ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.

 

K24

Top