• Friday, 27 February 2026
logo

Brîtanya ji bo derketina bi ewle li gel Talîbanê danûstandinan dike

Gulan Media September 2, 2021 Nûçe
Brîtanya ji bo derketina bi ewle li gel Talîbanê danûstandinan dike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Brîtanya bo welatîyên xwe û Afganên bo wê xebitîne ji Afganistanê derxe, bi Talîbanê re danûstandinên rastexwe çêdike.
Reutersê da zanîn ku karbidestê taybet yê hikûmeta Brîtanya yê bo derketina ji Afganistanê, Simon Gass bo danûstandinên bi nûnerên Talîbanê re çûye Doha ya Qatarê.
Wî karbidestî dîyar kir ku Gass bo girîngîya derxistina welatîyên Brîtanya û Afganên di 20 salên dawî de bi wan re xebitîne, bi nûnerên Talîbanê re dicive.
Amerîka vekişîna ji Afganistanê roja Duşemê temam kiribû.
Brîtanya jî piştî Talîbanê kontrola Afganistan bi dest xwe xistibû, di du hefteyan de pirtir ji 15 hezar kes ji wî welatî derxistibûn û roja Şemîyê mîsyona xwe ya li wir qedandibû.

 

Basnews

Top