Fermandarekî hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Bane hate kuştin
Li gor nûçeya malperên fermî yên Îranê şeva borî yek ji fermandarên hêzên sînor parêz ên Îranê Reşîd Spehwend li navçeya sînorên Îranê hatiye kuştin.
Qaymeqamê Bane Îsmaîl Rostempûr îro 02.09.2021ê ji malpera IRNA re ragehand: ‘’Şeva borî li navçeya gilesor a ser bi Bane, fermadarekî hêzên parastina sînor ê bi navê Reşîd Spehwend di şer û pevçûnekî li gel grubekî çekdar de hatiye kuştin.’’
Herwaha got, ew fermandarê ku hatiye kuştin xelkê Xuremabad a parêzgeha Loristanê ye.
Heta naha ti partî û aliyekî siyasî yê Rojhilatê Kurdistanê û dijberê Îranê berpirsyartiya wê bûyerê negirtiye ser xwe.
Basnews
