Sine – Girtiyekî kurd ji îdamê rizgar bû
Li gorî agahiyên malpera Hengaw, li bajarê Sine xortekî kurd ku ji ber kuştina kesekî hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin, ji îdamê rizgar bû.
Hat gotin ku malbata kuştî ew girtiyê kurd efû kirine û kindirê îdamê ji stûyê wî derxistine.
Li gorî qanûnên Îranê, eger kesek kesekî bi enqest bikuje, cezayê wî/wê îdam e. Lê malbata kuştî dikare gunehbar efû bike.
Basnews
