Îsraîlê erk da serokwezîr û wezîrê berevaniyê ku bikarin şer ragehînin!
Ev pêngava Kinîsîta Îsraîlê di demekê de ye, ku alozî û girjî li navçeyê zêde bûne, bi taybet jî di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyê de, ku çend caran binkeyên Îranê li Sûriyê bombebaran dike.
Li gor yasaya nû, “di rewşa tund de” her yek ji Serokwezîr û Wezîrê Berevaniyê dikarin hikûmeta biçûk pêk bînin û tê de desthilata ragihandina şer heye, bêyî ku vegerin ji nêrîn û ramanên kesên din û aliyekî sêyemîn.
Ev gava Îsraîlê di demekê de ye ku, roja 9ê Nîsana borî Îsraîlê êrîşî li ser binkeya T4 ya Sûriyê kiribû, di encamê de 7 pasdarên Îranî hatibûn kuştin.
Piştî kuştina 7 pasdarên Îranî jî, Îranê ragihandibû ku ev kiryara Îsraîl bê bersiv namîne.
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman dibêje: “Heger Îran êrîşî Tel Avîvê bike, emê li Tehranê bidin, heger aramî li Tel Avîv û Îsraîlê nemîne, dê li Tehranê jî nemîne.”
Basnews
