Li Îraqê 66 kesên din canê xwe ji dest dan
zêdetir ji 7 hezar berketî jî baş bûne.
Nêzî 7 hezar kes jî bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Îraqê bi giştî 6 hezar û 936 kesên din bi Koronayê ketine û di nava heman demê de 66 kes jî canê xwe ji dest dane.
Li gor wezareta tendirostî ya Îraqê heta niha bi giştî 1 miliyon û 888 hezar û 150 kes bi Koronayê ketine û 2 hezar û 830 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
Rudaw
