Leşkerê dawî yê Amerîkayê ji Efxanistanê derket
Roja Duşemê Amerîkayê leşkerê xwe yê dawî ji Firokexaneya Kabul a paytexta Efxanistanê vekişand, bi vî awayî dawî li hebûna xwe ya 20 salan li wî welatî anî. General Kenneth McKenzie, Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Efxanistanê qediya.
General Mckenzie bi Berdevkê Wezareta Parastinê ya DY (Pentagon), John Kirby re li pêş kamerayan bû da ku bidawîbûna hebûna 20-salî ya Amerîkayê li Afganistanê ragihîne.
McKenzie got, “Di dawiya mîsyona leşkerî ya ji bo derxistina hemwelatiyên Amerîkî û Afganiyên mexdûr de, ez li vir im ku bidawîbûna vekişîna me ji Afganistanê ragihînim. Balafira C-17-a paşîn di 30-ê Tebaxê de demjimêr 15:29 bi dema Rojhilatê Amerîkayê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hamid Karzai ya Kabulê rabû û balafirên paşîn ên mayî li wî welatî niha ji qada hewayî ya Efxanistanê vedikişin.”
Di çarçoveya danûstandinên Duhayê de, Amerîkayê di 29ê Sibata 2020an de bi tevgera Talibanê re rêkeftinek kiribû ku heta 1ê Gulana 2021an bi temamî ji Efxanistanê vekişe. Rêkeftin di serdema îdareya Donald Trump de hat kirin, lê Serokê Amerîkayê yê niha Joe Biden, proseya vekişînê ji Gulanê ve bo 11ê Îlonê paşxist. Li gor plana Biden, divê berî 11ê Îlonê Amerîka ji Efxanistanê vekişiyabe.
Bidawîhatina proseya vekişîna hêzên Amerîkî û welatiyên sivîl ji Efxanistanê rojek berî vê rojê tê ku Serokê Amerîkayê Joe biden destnîşan kiribû û gotibû heta 31ê Tebaxê, dê hemû serbazên Amerîkî ji Efxanistanê bên vekişandin.
Di herdû hefteyên bihorî de, leşkerên Amerîkî di rewşa herî dijwar de bûn li Firokexaneya Kabulê, ji bo parastina bi hezaran xelkên Efxanistan, Amerîka û hejmarek karmend û welatiyên welatên din ên ku dixwestin ji wî Kabulê derkevin, bi taybetî piştî ku Talibanê dest danî ser deshilatê.
Pêncçema borî li ber Firokexaneya Kabulê êrîşeke xwekujî ji aliyê DAIŞê ve hat kirin û di encam de zêdeyî 170 kesên Efxan û 13 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dan.
Sala 2001an, Amerîka û NATOyê li Efxanistanê dest bi şerê dijî Taliban û Qaîdeyê kirin û deshilata wî welatî ji destê Talibanê derxist.
Rudaw
