• Friday, 27 February 2026
logo

Macron di civînên xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê kir

Gulan Media August 31, 2021 Nûçe
Macron di civînên xwe de behsa Rojavayê Kurdistanê kir

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di civînên xwe de ligel berpirsên Herêma Kurdistanê rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakurê û rojhilatê Sûriyê jî gotûbêj kir.

Di dema seredana xwe de ji bo Hewlêrê, Serokê Fransa Emmanuel Macron, di civînên xwe de ligel berpirsên Herêma Kurdistanê rewşa Rojavayê Kurdistanê û bakurê û rojhilatê Sûriyê jî gotûbêj kir.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,di civîna rojnamevanî ya hevbeş de li Hewlêrê, got ku  bêyî lihevhatina aliyên Kurdî yên Sûrî, aramî ji bo sivîlan li bakur û  rojhilatê Sûriyê nayê bidestxistin.

Emmanuel Macron  got: “Derbarê bakur û rojhilatê Sûriyê de jî, em  dê bimînin alîkar, ji ber ku wê aramî û cîgîrî ji bo xelkê sivîl tunebe, bêyî lihevhatinê di navbera aliyên Kurd ên Sûrî de û bi beşdariya pêkhateya Ereb û bêyî şiyana peydakirina merçên aştiyeke domdar ji bo tevahiya navçeyê. "

Endamê Komîteya Berevaniyê  li Parlamentoya Fransayê Jean-Jacques Bridey di hevpeyvîneke taybet de, ligel Rûdawê got Fransa kar li deverên azadkirî dike.

Parlemanterê Fransî Jean-Jacques Bridey wiha axivî: “Fransa nikare kar ligel hikûmeta Sûrî bike. Lewma ew kar li navçeyên azadkirî dike ku ne li jêr kontrola terorîstan in û ne li jêr kontrola hikûmeta ku em îtîrafê bê nakin, lewma em kar li gel hin aliyan dikin ji bo karên alîkariyê û ji bo vegera xelkê, ji bo pêkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn wekî di warê tendirustî û perwerdeyê de û her wekî din."

Fransa yekem welat bû, ku di Nîsaana sala 2019an de, destpêşxeriyek ji bo diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û ENKS de li Parisê pêşkêş kiribû.

Roja19ê tîrmeha borî, Serokê Fransa, li koçka Elyeesê pêşwaziya şandeke Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) kir.

 

Rudaw

Top