• Friday, 27 February 2026
logo

Viyan Dexîl: Divê Iraq aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse

Gulan Media August 31, 2021 Nûçe
Viyan Dexîl: Divê Iraq aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse

Jina çalakvan a kurdên êzdî û parlementera berê ya Şingalê li Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike aqûbeta keç û jinên êzdî ji welatên cîran bipirse.

Viyan Dexîl, jina çalakvan a êzdî û parlementera berê ya parlementoya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye, rêxistina terorîstên DAIŞê di dema dagirkeriya Şingalê di meha 8an de dest bi komelkujiya xelkê Şingalê û revandina jin û keçên êzdî kir.

Viyan Dexîl herweha ragihandiye beşek ji jin û zarokên êzdî yên hatin revandin wê demê zarok bûn û çekdarên DAIŞê piştî derxistina nasnameyan ji xwe û zarok û jinên êzdî re ber bi welatên cîran ve çûn.

Herwiha ew jina çalakvan a kurdên êzdî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir derbarê aqûbeta zarok jin û keçên êzdî bi welatên cîran re danûstendinê bike ji bo ew jin û zarokên êzdî yên DAIŞê revandine û aqûbeta wan nayê zanîn rizgar bike.

 

Basnews

Top