Macron spasiya kurdan û Pêşmerge kir û vegeriya welatê xwe
Serkomarê Fransa Emmanuel Macron spasiya mêrxasiya kurdan û Pêşmerge kir û vegeriya welatê xwe.
Serkomarê Fransa Emmanuel Macron, ku du roj bûn li Iraq û Herêma Kurdistanê bû û bi serkirdeyên Iraqî û Kurdistanê re hevdîtin kir û îşev jî mêvanê Kurdistanê bû, vegeriya welatê xwe.
Macron beriya ku vegere, li ser twîttera xwe wêneyeke pêşmergeyên jin belav kir û di bin de jî wiha nivîsî:
Rêz û hurmet bo wan şervanên ku li eniya pêş ya şerê li dijî DAIŞê şer kirin. Spas û hurmet bo kurdan û hêzên Pêşmerge ku mîna navê rûbirûyê mirinê dibin. Spas bo hêzên Iraqî, endamên hevpeymaniya navdewletî û hêzên Fransa.
