Li Rihayê erd heza: 8 kes birîndar bûn
Li ser rêya navçeyên Bêrecûk û Xelfetî ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê erd heza ango şemitî û di encamê de 2 ji wan giran 8 kes birîndar bûn û herwiha rê hat girtin.
Li gor agahiyên berdest, li ser rêya di navbera navçeyên Bêrecûk û Xelfetî yên Rihayê erd heza û ji ber hezana erd perçeyên kevir û axê bi ser otomobîlên di rê de ne ketin.
Di encamê de 2 jê giran 8 kes birîndar bûn û herwiha rê ji çûn û hatinê re hat girtin.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar ji aliyên tîmên tendirustiyê ve bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hatin veguhestin.
Li gor agahiyan beriya niha jî 2 caran li heman cih erd heza ye.
