Fransa duyemîn hêza serbazî ye li Rojavayê Kurdistanê
Fransa li navçeyên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê piştî Amerîkayê duyemîn hêza serbazî ye.
Şandeke Rêveberiya Xweser û MSD serdana Parisê kiribû û roja 19ê Tîrmeha borî, pêşwaziya wê ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatibû kirin.
Di nava salên kirîza Sûriyê de, û bi taybet ji dema dirustbûna Hevpeymaniya Navdewletî ver, Fransayê rolek berbiçav û cihêwaz derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê de dîtiye û hêj berdewam e.
Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, niha, Fransa duyemîn hêza serbazî û emnî, piştî Amerîka, li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê ye.
Hêzên wê li çend xal û navendan, li Dêrik, Qamişlo, Heseke, Şedadî û Dêrezorê cih digirin.
Ew hêz rahênanê bi hêzên HSD, bi taybet li ser bikaranîna topxaneyê, dikin. 3 binkeyên Fransî yên tendirustî li Rimêlan, Şedadî û Dêrezorê hene
Fransa piştevaniya çendîn Rêxistinên civaka sivîl li navçeyên Rêveberiya Xweser dike
Ji 2017an ve, dema kontrolkirina Reqayê, Fransa 100 milyon Euro wekî alîkariya mirovî li navçeyên Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye.
Ofîseke Dîplomatîk a Fransayê li bakur û rojhilatê Sûriyê heye ku bêhtirî 20 karmendan tê de karê pêwendiyan dikin
Luqman Ehmê, berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Fransa yek ji welatên herî bêhtir piştevaniya Rêverberiya Xweser dike.
Luqman Ehmê, Berdevkê Rêveberiya Xweser, dibêje, “Hat diyarkirin ku dewleta Fransa dê piştgiriya Rêveberiya Xweser bike di aliyên siyasî, mirovî û aborî de. Helwesta Fransa ji bo gelê Kurd û doza Kurd ji xwe ne ji niha ve destpê dike.”
Di Nîsana sala 2019an de, Fransa yekem welat bû ku destpêşxeriyek ji bo diyalogê di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser pêşkêş kir.
Fêsel Yûsif, endamê Emîndariya giştî ya ENKSê derbarê rola Fransa di diyaloga herdu aliyên Kurdî de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî, û got.
Fêsel Yûsif, Endamê Emîndariya ENKSê, dibêje, “Fransa yekemîn dewlet bû ku xwest bi danûstandinan nakokiyên di navbera ENKS û PYDê de rake, lê neçû serî. Îro jî xwestekeke Fransî daîma heye ku piştgiriya yek helwestiyê dike. Hewlêr yek ji wan paytextan e, taybetî jî Serok Mesûd, ku bingeha yekhelwestiya Kurdî ji 2012an ve heta niha danî û piştgiriya wê dike.”
Serokê Fransa Emmanuel Macron, 28ê Tebaxê seredana Bexdayê kir û îro yekşemê, 29ê Tebaxê li Hewlêrê û ligel Serok Mesûda Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive. Ji bilî dosyayên hevbeş ên Fransa û Herêma Kurdistanê, tê pêşbînîkirin, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî cihê xwe di van hevdîtinên girîng de bibîne.
Rudaw
