Amerîka: Em ji Iraqê û Herêma Kurdistanê venakişin
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino ragihand, Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne û rewşa wan ji Efxanistanê cuda ye.
Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino, îro roja duşemê di kongreyeke rojnemevanî de aşkere kir, Amerîka wê li Iraqê û Herêma Kurdistanê bimîne. Herwija Robert Palladino aşkere jî kir rewşa ewlehiya Şingalê jî ji ber hebûna PKKê û Heşdî Şabî aloz e û divê ew hêzên neyasayî ji Şingalê werin dûrxistin.
Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino ragihand, “Serok Biden têdigihe girîngiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û bi ronî ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re got ku aramiya Iraqê ji bo herêmê girîng e.”
Herwiha Robert Palladinot got: “Rewşa Iraq ji ya Efxanistanê cuda ye, şerê DAIŞê bi dawî nebûye û berjewendî dixwazin ku pêwendiyên Amerîka û Iraqê berdewam bin.”
Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê tekez kir: “Pêwendiyên Biden ên bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene. Amerîka ji Herêma Kurdistanê û Iraqê dernakeve, tenê hêzên şerker ên Amerîka ji Iraqê tên derxistin.”
Di berdewamiyê jî de Robert Palladini got: “Em pabendî pêwendiyên demdirêj ên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ne. Niha pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîka de ji her demeke din bihêztir in û dê berdewam bin jî.”
Derbarê hilbijartinên pêşwext ên Iraqê de jî Robert Palladino got: “Hikûmeta Amerîka piştevaniya Hikûmeta Iraqê ji bo encamdana hilbijartineke pak û şefaf dike ku cihê baweriya xelkê be. Hêvîdar in xelkê Iraqê beşdarî proseya dengdanê bibe û mafê xwe yê siyasî bi kar bîne. Ev hilbijartin ji bo xelkê Iraqê ye û di diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de bi berfirehî behsa wê hate kirin, hêvîdar in keşek bê dabînkirin ji bo welatî bi azadî deng bidin.”
Konsulê Amerîka derbarê metirsiya serîhildana DAIŞê jî got: “Eger DAIŞê bê piştguhkirin, bêguman dê çalak bibe, ji ber wê jî civaka navdewletî û di nav de Hikûmeta Amerîka û Iraqê hevahengiyê dikin ji bo DAIŞê bi dawî bikin. Em têdigihin metirsiyên DAIŞê, ti hefteyek li vir nîne ku nûçeyeke nexweş li ser DAIŞê nebihîsin, ji ber wê divê di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bin.”
Basnews
