• Friday, 27 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Pêşmergeyê Dêrîn Xalid Şilî û hejmarek ji malbatên şehîdan kir

Gulan Media August 30, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Pêşmergeyê Dêrîn Xalid Şilî û hejmarek ji malbatên şehîdan kir

rêzdariya xwe bo ked û xebata wan diyar kir.
Berî nîvroya roja yekşem 29.08.2021 li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya têkoşer û kesayetiyê niştimanperwer û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulan Xalid Şilî û hejmarek ji kesûkar û malbatên serbilindên şehîdan kir.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo xebat û keda Xalid Şilî û hemû têkoşer û niştimanperwerên Kurdistanê hebû. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku destkeftên gelê Kurdistanê li sayeya xwîna şehîdan û ked û xebata Pêşmergeyên qehreman û têkoşerên Kurdistanê pêkhatiye ku jiyan û temena xwe kirine qurbana dozeke rewa û pîroz ji bo ku mîlletê wan bi azadî û serbilindî bijîn.

Top