• Friday, 27 February 2026
logo

Biden pîrozbahiyê li serkeftina Lûtkeya Bexdayê dike

Gulan Media August 29, 2021 Nûçe
Biden pîrozbahiyê li serkeftina Lûtkeya Bexdayê dike

Serokê Amerîka Joe Biden pîrozbahiya serkeftina Lûtkeya Bexdayê bo Hevkar û Hevbeşiyê li Hikûmeta Iraqê dike.

Serokê Amerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand, Kongreya Bexdayê riyek ji bo kêmkirina aloziyan û bihêzkirina hevkariyan di navbera welatên herêmê de ye. Pîrozbahiya serkeftina wê jî li Hikûmeta Iraqê kir.

Joe Biden tekez kir, Washington di piştevanîkirina Hikûmeta Iraqê de berdewam dibe û pêwendiyên dualî jî bi Bexdayê re li gor rêkeftina wan a stratejîk bihêztir dike.

Duhî 28 Tebaxa 2021ê bi beşdariya hejmarek ji serok û nûnerên welatên herêmê, Lûtkeya Bexdayê bo hevkar û Hevbeşiyê hat lidarxistin.

Piştî bidawîbûna lûtkeyê, encamnameya hevbeş ji aliyê serkirdeyên beşdar ve hat ragihandin û tê de hat gotin: “Beşdarên konferansê diyar dikin ku ew li gel xelk û hikûmeta Iraqê ne û tekezî li ser hevgertina hewlan kirin ji bo seqamgiriya navçeyê.”

Top