• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Efrînê 11 gundiyên Êzîdî hatin revandin

Gulan Media April 28, 2018 Nûçe
Li Efrînê 11 gundiyên Êzîdî hatin revandin
terorîstên îslamî 11 kurdên êzidî revandin
Li Efrînê û li derdora wê zor zextên Artêşa Azad û komên çekdar li ser gelê herêmê dewam dikin.

Malpera Media Centerê ragihand ku îro deh trempêlan bi ser gundê Qetmê yê Efrînê de girtin û 11 gundiyên Êzîdî revandin û birine cihekî nediyar.

Navên hinek gundiyên Êzîdî ku hatine revandin ev in: Hec Ehmed Hemo 70 salî, Hisên Îbo 70 salî, Aza Birîm, Hemîd Qasim, Ednan Qasim, Nidal Qasim û kurê wî yê 15 salî. Fewzî Mihemed Semo û her du kurên wî yên 15 û 16 salî, Eymen Hemade.

Top