Konsolxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Al a xwe daxist asta nîvî
Ji bo rêzgirtina li leşkerên Amerîkayê yên jiyana xwe ji dest dane, herwaha qurbanên din ên di êrîşa terorîstî ya Kabul a Afganîstanê, Al a Amerîkayê ya li konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û li hemû avahiyên hikûmetê yên li derve ji asta nîvî re hat daxistin.
Îro 28.08.2021ê konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, di tora xwe ya fermî ya civakî ya facebookê de ragehand: ‘’Ji bo rêzgirtin li leşkerên Amerîkayê yên jiyana xwe ji dest dane û qurbanên din ên êrîşa terorîstî ya Kabulê, îro Al a Amerîkayê li konsolxaneya giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û li hemû avahiyên hikûmetê yên derve ji asta nîv re hatin daxistin.
Herwaha hat gotin: ‘’Di demekî ku em di şînê de ne ji bo qurbanên wî karê hovane, dua dikin ji bo vegerandina aramî û asûdeyî ji hemû malbat û xoşteviyên ku di taziyê de ne.’’
