• Friday, 27 February 2026
logo

Hewlêr ji bo pêşwaziya li Macron tê xemilandin

Gulan Media August 28, 2021 Nûçe
Hewlêr ji bo pêşwaziya li Macron tê xemilandin

Cadeyên Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwaziya Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi alayên Kurdistan û Fransayê tên xemilandin. Macron roja yekşemê serdana Hewlêrê dike.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron sibe beşdarî civîna Lûtkeya Bexdayê dibe, ku yekem beşdariya serokê welatekî derveyî navçeyê tê dîtin.

Lûtkeya Bexdayê li ser gotûbêjkirina rewşa herêmê û amadekariya ji bo pêşîlêgirtina her geşedaneke metirsîdar e, ku ji ber biryara vekişîna artêşa Amerîkayê ji Efxanistanê û herêmê derkeve holê.

Asayîşa navçeyê, pêwendiyên navbera welatên navçeyê, têkoşîna li dijî terorê, mijarên sereke yên lûtkeyê ne.

Rayedarên payebilind ên Iraq, Urdin, Misr, Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiyê dê beşdarî Lûtkeya Bexdayê bibin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî Bexdayê, dê serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike.

Serdana Emmanuel Macron serdana yekem e bo Herêma Kurdistanê û duyem serdana bo Iraqê ye ku cara yekem di Îlona 2020an de serdana Bexdayê kiribû.


Ji aliyê siyasî ve pêwendiyên Parîs û Şoreşa Kurdan vedigere salên şêstî yên sedsala borî. Wê demê Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî, ku serokatiya Şoreşa Îlonê (1975 – 1961) dikir, nameyek arasteyî serokê wê demê yê Fransayê kiribû û rexne li firotina çekan bo artêşa Iraqê girtibû.

General Mistefa Barzanî di nameya xwe de diyar kiribû: “Kurd berjewendiyên Fransayê fêm dikin, lê nabe ji bo wan berjewendiyan firoke bifiroşin Bexdayê ji bo kuştina jin û zarokên Kurd.”

Li hember vê nameya General Mistefa Barzanî, Serokê Fransayê peymana firotina firokeyên şer bo Iraqê, betal kiribû.


Piştî raperînê, Danielle Mitterrand, hevjîna Serokê berê yê Fransayê François Mitterrand di sala 1991ê de serdana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê kir.

Di wê serdanê de Danielle Mitterrand ligel Serok Barzanî civiya û piştevaniya xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê nîşan da.


Serok Barzanî di dema serokatiya François Hollande de sê caran serdana Koşka Elysee kir.

Piştî referanduma serxwebûnê ya di Îlona 2017an de, cîranên Herêma Kurdistanê û Bexda deriyên sînorî li ber Herêma Kurdistanê girtin û Bexda dorpêça darayî û esmanî bi ser Herêmê de sepand. Koşka Elysee di Kanûna 2017an de bi fermî Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwende Parîsê û bû yekem welat ku dorpêça esmanî ya ser Herêma Kurdistanê şikand.

Herwiha di Tîrmeha 2019an de careke din Nêçîrvan Barzanî serdana Koşka Elysee kir û ligel Serokê Fransayê civiya.


Roja 18ê Cotmeha 2019an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian kir.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Fransayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got: “Ez hatim vê derê, da ku piştevaniya Fransayê bo gelê Herêma Kurdistanê cardin bînim ziman, ku di şerê dijî DAIŞê de roleke mezin lîstin û gelek qurbanî dan.” Herwiha got: “Min çavê xwe wêrekî û qehremaniya Pêşmerge dît.”


Serokê Fransayê Emmanuel Macron roja yekşema bê, serdana Herêma Kurdistanê dike û li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.

Emmanuel Macron dawiya vê hefteyê bi mebesta beşdarîkirina civîna Lûtkeya Bexdayê, ku dê ji bo piştevaniya seqamgîriya Iraqê û navçeyê birêve biçe, serdana Bexdayê bike.


Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî serdana Bexdayê, dê roja yekşemê bigihîje Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û dê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve were pêşwazîkirin û ligel Serok Mesûd Barzanî bicive.

Piştî hevdîtin û civînên ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê, biryar e Macron serdana Mûsilê jî bike.

 

Rudaw

Top