Biden: Em ê bersiva êrîşên ser Balafirgeha Kabulê bidin
Serokê Amerîkayê Joe Biden destnîşan kir ku pêşbîniyên îstixbarata Amerîkayê rast derketin, ku êrîşeke terorîstî ji aliyê DAIŞê ve bi ser Balafirgeha Kabulê de were kirin, herwiha ragihand ku ew ê berpirsên wê teqînê ceza bikin.
Joe Biden ragihand; rênimayên pêwîst ji Pentagonê re hatine dayîn, da ku planeke guncaw ji bo êrîşkirina ser serkirdeyên DAIŞê û kesên ku ji teqîna Balafirgeha Kabulê berpirs in, were danîn.
Biden diyar kir ku di dem û cihê diyarkirî û guncaw de bersiveke tund dê were dayîn.
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku wîlayeta Xorasan a DAIŞê plana teqîna Balafirgeha Kabulê daniye, loma ew ê biryareke serbazî ya tund derbixe, da ku artêşa Amerîkayê karê xwe pêk bînin.
Herwiha destnîşan kir ku biryara vekişîna ji Efxanistanê xelet nîne û ji bo berjewendiya Tevgera Talîbanê ye ku hêzên Amerîkayê di dema diyarkirî de vekişin.
Joe Biden eşkere kir: “Ti belgeyek di destê me de tune ye ku hemahengiyek di navbera Talîban û DAIŞê ya li wîlayeya Xorasanê de hebe.”
K24
