Serok Barzanî pêşwazî li Şêxê Eşîra Şemer kir
Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Tebaxa 2021ê pêşwazî li Şêxê Eşîra Şemer Şêx Ebdullah Himêdî Ecîl Yawer kir.
Di hevdîtinê de rewşa xelkê rojavayê Dîcle û deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de behsa gefên terorîstan û pêkvejiyana navbera pêkhateyên parêzgeha Mûsilê hat kirin.
Eşîra Şemer yek ji mezintirîn eşîrên Ereb e ku endamên wê li Iraq û Sûriye û Urdin, Umman, Qeter û Îmaratê hene.
