'Ebadî bo fitneyeke taifî serdana Kurdistanê kir'
Îro pênşemê Berdevkê eşîretên ereb li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî idareya Herêma Kurdistanê Muzahim Hiwêt ragehand ku, ew pêşwaziyê li serdana Ebadî ji Kurdistanê û navçeyên derveyî idareya herêmê nakin.
Muzahim Hiwêt di daxuyaniya xwe de wiha got: Em ereb piştgiriya xwe ji malbatên şehîd û pêşmergeyan re radgehînin ewên ku, şerê DAIŞê û milîsên Heşa Şebî bi serkirdayetiya Ebadî kirine.
Berdevkê eşîretên ereb li navçeyên Kurdistanî li derveyî idareya Herêma Kurdistanê serdana Ebadî protosto kir û bi fitneyeke taifî binav kir.
Basnews
