Serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê li Hewlêrê hat girtin
Di operasyoneke hevbeş a hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Herêma Kurdistanê, serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê li Hewlêrê hat girtin.
Li gor daxuyaniya Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, Emîd Yehya Resûl ragihandiye, “Bi alîkariya Dije Terora Hewlêrê”, Ebû Mensûr, kargêrê gişît yê bi nav “Wîlayeta Başûr” a rêxistina DAIŞê li Hewlêrê hat desteserkirin.
Yehya Resûl diyar kiriye, ew serkirdeyê DAIŞê bi “nasnameyeke sexte ve hatin û çûn kiriye.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Li gorî talîmatên Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Dezgeha Dijî Terorê operasyonên xwe yên bikalîte didomîne, ji ber ku mêrxasên ajansê, bi hevahengiya Dijî Teroê li parêzgeha Hewlêrê, karîbûn kargêrê giştî yê Wîlayeta Başûr di navê çeteyên DAIŞê de yê bi navê (Ebû Mensûr) bigirin ku bi nasnameyên sexte hatin û çûn dikir.”
Di destpêka meha Tebaxê de, Yahya Resûl girtina 4 serkirdeyên DAIŞê ragihandibû û dabû zanîn ku operasyon bi hevahengiya Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê - Silêmaniyê hatiye kirin.
Resûl wê demê dabû zanîn, ku di operasyonê de 5 “terorîst” hatine girtin ku 4 ji wan serkirdeyên DAIŞê ne.
Berî wê, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê, girtina serkirdeyê din ên DAIŞê yê bi navê Ebû Cerrah ragihandibû û diyar kiribû, Ebû Cerrah di nav DAIŞê de Fermandarê Leşkerî yê “Wilayeta Başûr” bûye.
Rudaw
