• Friday, 27 February 2026
logo

Tirkiyê nahiyeya Mangêşkê bombebaran kir

Gulan Media August 26, 2021 Nûçe
Tirkiyê nahiyeya Mangêşkê bombebaran kir

 Firokeyên şer ên Tirkiyê îro sînorê nahiyeya Mangêşkê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.

Rêveberê Nahiyeya Mangêşkê, Dîndar Heyder ji Rûdawê re ragihand, “Îro demjimêr 11:30 firokeyên cengî yên Tirkiyê, Gelî Erda li sînorê nahiyeya Mangêşkê bombebaran kirin.”

Dîndar Heyder diyar kir, “Cihê hatiye bombebarankirin, geliyekî dijwar e û ji cihê nîştecîbûna xelkê sivîl dûr e.”

Bi gotina Rêveberê Nahiyeya Mangêşkê, derbarê encamên êrişa esmanî ya Tirkiyê de, hêj ti zanyarî li ber dest nînin.

Nahiyeya Mangêşkê ser bi qezaya navendî ya Duhokê ve ye û cihê ku hatiye bombebarankirin, tenê 50 kîlometran ji navenda bajarê Duhokê ve dûr e.

Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê, navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike, tevî wê yekê, firokeyên şer ên Tirkiyê çendîn caran kûrahiya axa Herêma Kurdistanê jî bombebaran kirine.

Derbarê bombebarana îro ya li Mangêşkê, Tirkiyê û PKKê hêj ti zanyarî belav nekirine.

Artêşa Tirkiyê ji 23ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû di nav axa Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê destpê kiriye, ku heta niha jî berdewam e.

Top