• Friday, 27 February 2026
logo

Davutoglu: Kurd ne pirsgirêk in, Kurd mexdûrê pirsgirêkê ne

Gulan Media August 26, 2021 Nûçe
Davutoglu: Kurd ne pirsgirêk in, Kurd mexdûrê pirsgirêkê ne

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu diyar kir ku Kurd ne pirsgirêk in, Kurd mexdûrê pirsgirêkê ne. Herwiha dibêje; Kurd di navbera AKP û HDPê de asê mane.

Ahmet Davutoglu îro li Colemêrgê bi mezin û giregirên wê deverê re civiya û behsa Kurdan û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê kir.

Davutoglu got; Kurd ne pirsgirêk in Kurd mexdûrê pirsgirêkê ne. Ew di navbera AKP û HDPê de asê mane. Lê em ê vê yekê nehêlin. Em li dijî qeyûman û KCKê ne, em tenê dibêjin demokrasî.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê amaje bi çekdarbûna keç û xortên kurd û tevlîbûna wan di nav PKKê de jî kir û got; cihê ciwanan ne çiya ye, cihê wan parlamento ye.

Li ser Colemêrgê jî Davutoglu got; gava em bûn hikûmet em ê Colemêrgê bikin Swîsra Tirkiyê.

 

K24

Top